Li Tirkiyê 24 welatî hatin girtin bi tuhmet a pêwendîyê li gel PKKê
Li Tirkiyê, li Bajarê Adane hêzên Ewlekariya Tirkiyê bi bîyanû ya hebûn a pêwendi li gel PKKyê, 24 welatî hatin binçav kirin.
K24- Hewlêr
Li Tirkiyê, li Bajarê Adane hêzên Ewlekariya Tirkiyê bi bîyanû ya hebûn a pêwendi li gel PKKyê, 24 welatî hatin binçav kirin.
Hêzên Asayişa Bajarê Edene li jêr navê Operasyona Berbangê, bi ser malên welatîyan re dagirtin û ketin nava xêzanan.
Li Bajarê Edene, tîmên taybet û polisan bi ser 26 malên destnişankirî dadan û hejmarek welati bi xwe re birin rêveberîya asyişê.
Di serda girtina malan de, dest danan ser telefonên xêzanan, hard disk,computer, album û gelek alavên taybet.
Di encama Operasyonê de, 24 Welatî bi bîyanû ya pêwediya wan li gel PKKê heye, hatin girtin û di asayişa bajêr tên ragirtin.