Ceymis Cêfrî bo dosêya Sûryê serdana Tirkiyê dike
Biryare îro şandeke emerîkayî bi serkirdatiya Ceymis Cêfrî şandirê Emerîkayê bo dosêya Sûryê û cêgrê alîkarê wezîrê derve yê Emerîka yê Ciwêl Rayborn seredana tirkiyê bik û li gel berpirsên wî welatî mjarên grêdayî Sûryê gotûbêj bike.
K24- Hewlêr
Biryare îro şandeke emerîkayî bi serkirdatiya Ceymis Cêfrî şandirê Emerîkayê bo dosêya Sûryê û cêgrê alîkarê wezîrê derve yê Emerîka yê Ciwêl Rayborn seredana tirkiyê bik û li gel berpirsên wî welatî mjarên grêdayî Sûryê gotûbêj bike.
Emerîka hewl dide rê li ber berifirehbûna hêza Îranê û xurtbûna desthilata Rûsyayê li Sûryê bigre, ji ber vê yekê jî, şandeke Emerîkayî li gel berpirsên hejmarek a welatan dê bicve di vê heftîyê de.
Şandeke Emerîkayî bi serkirdatî ya Ceymis Cêfrî şanderê Emerîkayî bo dosêya Sûryê û cêgrê alîkarê wezîrê derve yê Emerîkayê seredana tirkyê dike û li gel berpirsên wî welatî mjarên grêdayî Sûryê gotûbêj bike. Li gor ku hatye belavkirin seredana şanda Emerîkayê bo Tirkyê wê heta Pêncişembîyê berdewam bibe.
Piştî Tirkiyê şanda Emerîkayî, berê xwe dê bide Cinêvê daku hejmareka hevdîtinan li gel nûnerên Misrê, Firinsa, Elmaniya, Ûrdin, S'udîyê, Brîtanîya, û hejmarek ji komên Sûrî pêkbîne.
Li gor malpereke 'Erebî ku ji berpirsên Emerîkaayî veguheztîye, Emerîka dixwaze hêza xwe li Sûryê bihêle da çavdêrîya livînên Îranê bike û ka çawa çekan bo rijêma Sûriyê dişînê. Herweha armanca emerîka derxistina hêzên Îranêye ji Sûryê.
Herweha hebûna hêzên Emerîkayî li Sûryê wê rê li ber Tirkiyê jî bigre ku ti êrîşan li dijî Hêzên Suryaya Demukrat (HSD) li bakurê rojhlatê Sûryê pêk nehîne.
Li gor berpirsên Emerîkayî, rêveberîya Emerîka gotûbêjên xwe berdewam dike jibo garantîkirina piştevnayê, îunku heta niha Emerîka nekarîye ti welatekî razî bike ku hêzên xwe li Sûryê zêde bike. Herweha di anîna hêzên 'Erebî de jî serketî nebûye, Bo vê yekê jî Emerîka li hewlên xwe berdewame.
Bi nêrîna berpirsên Emerîkayî hebûna hêzên wan giringe bo rûbirûbûna xurtibûna destihlata Rûsyayê jî di rojhelata navîn de bi taybetî li Sûryê û hebûna hêzên wan, her hewleke Rûsî û Îranî dê têk bide da bi tena xwe di qadê de nemînin. Tevî ku ew hêz ne karibe planên Emerîkayî yên peydakirina aramyê li Sûryê bicî bike.