Serok Barzanî û şanda Hudapar rewşa bakûrê Kurdistanê gêngeşe kirin

Serok Mesûd Barzanî û şandek a bilinda Hudapar bi serokatîya Îshaq Saglam serokê giştîyê Hudapar, rewşa sîyasîya bkûrê Kurdistanê gêngeşekirin.

K24- Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî û şandek a bilinda Hudapar bi serokatîya Îshaq Saglam serokê giştîyê Hudapar, rewşa sîyasîya bkûrê Kurdistanê gêngeşekirin.

Li gor nûçeyeka wêbsatyît a fermî ya serok Barzanî, roja Sêşem 30.04.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Hudapar bi Serokayetiya Ishak Saglam Serokê Giştî yê Hudapar û Cîgir û hejmarek ji Endamên Şuraya Navendî ya wê partiyê kirîye.

Li hevdîtinê de şanda mîhvan ji bo rexsandina hevdîtinê spasî Serok Barzanî kirin û pêzanînên xwe ji bo xebat û keda Serok Barzanî ya li berevanîkirin û hewldana ji bo mafên gelê Kurdistanê hebû.

Her li vê hevdîtinê de rewşa siyasî ya Tirkiye û rewş û jiyana guzeraniya gelê Kurd li wî welatî û her wiha pêşhatên siyasiyên dawî yên navçe û cîhanê guftûgo kirin. Şanda mîhvan bi kurtî kar û çalakî û armancên siyasiyên partiya xwe ji bo Serok Barzanî xistin rû.

Li beşekî dinê civînê de tekez li xebata siyasî û aştiyaneya gelê Kurd ya ji bo mîsogerkirina mafên xwe kirin. Her dû alî jî li ser pêşxistina peywendiyên di navbera xwe de hevrê bûn.