Leşkerekî Tirkiyê li Ezazê hate kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn

Navendeke Artêşa Tirkiyê li herêma Ezazê rastî êrîşekê hat û artêşa Tirkiyê jî gundên devera Şehbayê topbaran dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Navendeke Artêşa Tirkiyê li herêma Ezazê rastî êrîşekê hat û artêşa Tirkiyê jî gundên devera Şehbayê topbaran dike.

Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê belav kir, YPGê bi topên Hawinê êrîşî navendeke artêşa Tirkiyê li nêzîkî Ezazê kiriye û di encamê de leşkerekî artêşa Tirkiyê hatiye kuştin 3 leşkerên artêşa Tirkiyê birîndar bûn.

Li gor zanyariyan jî, piştî wê êrîşê jî artêşa Tirkiyê xalên YPGê li devera Şehbayê daye ber topan.

Ji aliyê xwe ve jêderekî ji Efrînê jî K24ê re da zanîn, artêşa Tirkiyê ji nava Efrînê, Çiyayê Lêlûn û gundê Xezewiyê ve topan davêje devera Şehbayê.

Wî jêderî got: Grûpên Çekdar ên li Efrînê jî ketine tevgerê û ber bi xalên artêşa Tirkiyê yên Ezazê ve diçin.

Da zanîn jî, ji encama topbarana artêşa Tirkiyê ji aliyekî û YPGê ji aliyekî din ve, riya Efrîn – Ezazê hate girtin û çûnûhatin di riya Qestel Cindo re dibe.

 

S. B