Rûsya: Em dikarin hin alavên S400an li Tirkiye biberhem bîn in
Rûsya: “Em ligel Tirkiye dinav diyalogê de ne, ku hin alavên girêdayî mûşekên S400an li Tirkiye çêbikin. Herweha liser firokeyên şerî yên nifşê 5an jî, ligel Tirkiye dinav pêwendiyê de ne”.
K24 – Navenda Nûçeyan
Berpirsek ji şirketa firotina çek a dewleta Rûsya Rosoboroneksport Sergey Ladygin ji medya Rûsyayê re ragihand ku: “Em ligel Tirkiye dinav diyalogê de ne, ku hin alavên girêdayî mûşekên S400an li Tirkiye çêbikin. Herweha liser firokeyên şerî yên nifşê 5an jî, ligel Tirkiye dinav pêwendiyê de ne”.
Ladygin destnîşankir, ku ligel Tirkiye dinav pêwendiyên berfereh liser pêkanîna teknolojiya pêşkeftî ya berevaniyê de, di danûstandinan de ne. Berjewendiyên Tirkiye lipêş çav tên girtin û ji bo pêkanîna sistema berevanî ya esmanî ji bo Tirkiye, Moskow û Enqere pêwendiyek danîne û bipêş jî ketin e.
C.B