Li Hewlêrê agir bi komkeha Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê ket
Li Hewlêrê agir bi komgeha Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê ket û di encamê de ziyanên madî çê bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Hewlêrê agir bi komgeha Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê ket û di encamê de ziyanên madî çê bûn.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, îro danê êvarê li Hewlêrê agir bi komgeha Hilbijartinan a Iraqê ket û agir gihîşt sindoqên dengdanê û beşek ji wan û amîreyên dengdanê şewitîn.
Da zanîn jî, tîmên agirkujê û Berevaniya Şaristanî jî gihîştin cihê agir û dest bi vemirandina agir kirin.
Qeymeqamê Navenda Hewlêrê Nebez Ebdilhemîd ji K24ê re ragihand, ta niha sedemên vêketina agir nayin zanîn û di encama agir de tenê ziyanên madî hene.
S. B

.jpg)




.jpg)
