CHP: Hikumeta Tirkiyê danûstandinên xwe bi YPGyê re vedişêre

CHP dibêje, hikûmeta Tirkiyê bi YPG re danustandinan dike, lê vedişêre.

K24- Hewlêr

CHP dibêje, hikûmeta Tirkiyê bi YPG re danustandinan dike, lê vedişêre.

Peyvdarê CHPê Faîk Oztrak, li navenda partiya xwe bo rojnamevanan axivî û got: Herçende Tirkiye YPGyê wek rêxistina terorê binav dike, lê di navbera hikûmet û YPGyê de danustandin hene. Îdîa kir ku, PYD û YPG li Sûriye hevkarên Tirkiyê ne û danustandinên wan berdewam dikin. Belê hikûmet ditirse ev hevdîtin aşkera bibin.

Hê berê, Cîgirê Wezîrê Bergirî ya Amerîkayê Çarlis Semers-(Charles Summers) dabû xuyakirin, ku di navbera HSDyê û Tirkiye de danustandin berdewamin.

Parlamenterekê CHPyê ev daxuyaniya Semers wek pirisname anîbû rojeva Parlamentoya Tirkiyê.