Armanca serdana şandeya Îranî boTirkiye
Şandeyeke ji Îranê bi serokatîya Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Eraqçî duhî serdanaTirkîyeyê kir. Biryar e Emerîkadi 2'yê Gulanê de miafîyeta ser 8 welatan ya bo dorpêça ser Îranê rake kuTirkîyejî di nav wan welatan de ye. Ji loma tê gotin Îran di van demên dawî deketîye nav tevgerdarîya dîplomatîk ji bo ku rîyên alternatîf peyda bike. PisporênTirkîyeyê dibêjin: Enqere nikari be li dijî Waşîntonê berxwe bide ji loma jî wê Enqere berê xwe bide Hewlêrê û ji Kurdistanê xaz û neftê dabîn bike.
K24-Ankara
Şandeyeke ji Îranê bi serokatîya Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Eraqçî duhî serdanaTirkîyeyê kir. Biryar e Emerîkadi 2'yê Gulanê de miafîyeta ser 8 welatan ya bo dorpêça ser Îranê rake kuTirkîyejî di nav wan welatan de ye. Ji loma tê gotin Îran di van demên dawî deketîye nav tevgerdarîya dîplomatîk ji bo ku rîyên alternatîf peyda bike. PisporênTirkîyeyê dibêjin: Enqere nikari be li dijî Waşîntonê berxwe bide ji loma jî wê Enqere berê xwe bide Hewlêrê û ji Kurdistanê xaz û neftê dabîn bike.
Ev demeke li Enqereya paytextaTirkîyeyê liv û tevgerdarîya dîplomatîk zêde ye. Ji alîyekê ve şandeyên Emerîkî tên serdana Enqereyê dikin, ji alîyeke din ve jî Îran. Lewre Emerîka biryar dabû ku miafîyeta bo 8 welatan ku ji dorpêçên ser Îranê hatibûn miafkirin di 2yê Gulanê de rake kuTirkîye jî yek ji wan welatan e. Di vê çarçoveyê de piştî serdana wezîrê Karên Derveyê Îranê, di 30ê Nîsanê de lî karê wezîrê Karên Derve yê Îranê Seyîd Ebbas Eraqçî bi şandeyekê serdana Enqereyê kir û bi wezîrê Derveyê Tirkîye û rayedarên wezareta derve re civîna şêwirê ya sîyasî lidarxist.
Eraqçî, piştî hevdîtinên fermî li saziya ramanî ya Enstîtuya Stratejîya Ramanî SDE'yê ku nêzî hikûmetaTirkiyeyê, derheqê gemaroyên li ser Îran û rîyên alternatîf de gotarek pêşkêş kir. Alîkarê wezîrê derve yê Îranê li ser peywendî yênTirkîye û Îranê jî rawestîya û got, di navbera me û Tirkîyeyê de peywendîyeke gelekî baş heye ku ji salên borî baştir e.
Seyîd Ebas Eraqçî-Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê, got:"Em ê di dêmekî nêz de li dijî gemaroyên Emerîkayê biryarekê bidin. Em ji bo senaryo ya herî xirab jî amade ne. Emerîka xeletîyên mezin kir. Heke Waşînton biaqil be, îhtîmala şerî tune ye. Em niha bi partnerên xwe yên navdewletî û herêmî re axivtinan dikin. Ji bo şikandina dorpêçan em ê riyên alternatîf peyda bikin."
Li aliyê din serdana wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşogluy bo Hewlêrê jî li Tirkîyeyê ji alîyê pisporan ve tê nîqaşkirin. Li gorî pisporan yek ji armancên vê serdanê dabînkirina xaz û petrola Kurdistanê ye û wisa dixuye ku wê peywendîyên bazirganî û peywendîyên sîyasîyên herdu welatan baştir bibin.
Deniz Caner-PisporaÎRAM'ê, dibêje:"Niha hêj tam nediyar e ka wê Tirkiye standina neftê ji Îranê bi temamî qut bike yan na. Lê wisa dixuye kuTirkiye wê bi temamî qut bike. Ji boTirkîyeyê alternatîfa herî baş Herêma Kurdistanê ye. Piştî serdan a Çavuşoglu bawer im wê êdî peywendiyên bazirganî û peywendîyên sîyasîyên Enqere û Hewlêrê pêşdetir biçin."
Tirkiye her çiqas salane 10 mîlyarî zêdetir bazirganî li gel Îranê bike jî li gorî pisporên Tirkiye ji ber pirsgirêkên zêdeyên navxweyî û alozîyên li gel Emerîkayê wê peywendîyên xwe yên bazirganî yên li gel Îranê qut bike û ji ber metirsiya sizakirin û gefên Amerîkayê zêde ber xwe nede. Ji loma jî tê gotin wêTirkîye êdî berê xwe bide Herêma Kurdistanê.