Şaswar Ebdulwahid bo YNKyê: Bi van karan Em natirsîn

Şaswar Ebdulwahid, serokê Livîn a Newey Nwê, di kongireyek a rojnamevanî de, peyamek arasteyê Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) kir.

K24- Silêmanî

Şaswar Ebdulwahid, serokê Livîn a Newey Nwê, di kongireyek a rojnamevanî de, peyamek arasteyê Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) kir.

Di kongireya rojnamevanî de, Şaswar Ebdulwahîd, daxwaz ji dadwerên Kurdistanê kir, rê nedin ferman a dadwerî bo milmilanê ya sîyasî bihê bikaranîn.

Li ser YNKyê jî, Şaswar Ebdulwahid, got: Ev corên hewlan Me natirsîne. Ez wan diltenah dikim bi van tiştan Em ne xwe radestî wan dikîn, ne jî sazişê li ser pirênsipên xwe dikîn.

Herweha got:Eger Ew berdewam bin, rojekê ji rojan term ên wan li ser cadeyên Silêmanîyê dê bikevin. Tekez jî kir ku xelkê Silêmanîyê ji Beisê qibûl nekirin çawa ji van dê qibûl bikin.

Got jî: Em natirsîn û dê berdawam bibîn.