Silêmanî.. çend “tuhmetbarek” di ofisa serekeya Şaswar Ebdulwahîd de hatin girtin
Asayîş a Silêmanîyê girtina çend tuhemtbaran ragehand ku di nav ofîsa sereke ya Şaswar Ebdulwahîd de, serokê livîna Newey Nwê li Silêmanîyê, xwe hatibûn veşartin.
K24- Hewlêr
Asayîş a Silêmanîyê girtina çend tuhemtbaran ragehand ku di nav ofîsa sereke ya Şaswar Ebdulwahîd de, serokê livîna Newey Nwê li Silêmanîyê, xwe hatibûn veşartin.
Di ragehadinekê de, amaje bi wê yekê hatîye dan ku bi biryara dadwerê vekolînê, asayîşê vekolîn û dûvçûn bi hûrî dest pêkirine li sera tawaneka rêkxistî ku ji alîyê çend kesan ve hatîye encamdan.
Behsa wê yekê jî hatîye kirin, ku piştî komkirin a zanyarîyan û dûvçûnên hûr, çend kesek di ofîsa serekîya serokê Lîvîna Newey Nwê hatibûn veşartin û bi çavdêrîya dadwerê vekolînê hatîne girtin.
Tekez jî kirîye, ev kar di çarçoveya bicihkirin a biryara dadgehê bûye jibo paraztin a serwerîya yasayê.
Ev di demekê de ye li roja 24ê meha bûrî, Şadî Newzad, perlemanta evê Livînê di perlemana Kurdistanê de, di kongireyeka rojnamevanî de ragehandibû: ” Banda Şaswar Ebdulwahîdî gefan li min dikin”.
Got jî: ”yek ji çalakîyên Livînê, ew bûye ku hinek kes ji dervey welat vegerîyane û li Silêmanîyê pişikdarîya çalakîyan kirîne û şevê di kabîneyên Çavî Land û şuqeyên gudê Elmanî vemane û bi kamîreyên veşartî hatîne çavdêrîkirin û jîyana taybetîya wan hatîye wênegirtin daku birêya wê yekê gefan li wan bike. Xuya jî kir ku nameyek ji wê re hatîye şandin û têde nivîsaye: Li bend belavkirina filma xwe ya rût be.
Her wê perlemantarê tekez jî kir ku ew bi rêya dadgehê ve dosê ya xwe li dijî Şaswar dilivîne û got: Ez daxwaznameyê li dadgehê li ser wî dê tomar bikim û ewa rûdide bandkarîye.