AKP red dike danûstandinên nihênî li gel YPGyê kiribe

Ûmer Çelîk, Gotebêjê Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) bersiva berpirsên CHPyê da û ragehand: Ti danûstandin di navbera hikumeta Turkîyayê û YPGyê de nebûye.

K24- Hewlêr

Ûmer Çelîk, Gotebêjê Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) bersiva  berpirsên CHPyê da û ragehand:  Ti danûstandin di navbera hikumeta Turkîyayê û YPGyê de nebûye.

Ûmer Çelîk di Tiwîtekê de axivtinên gotebêjê CHPyê li ser hebûna danûstandinan  di navber a hikumeta Turkîyayê û YPGyê de red kir û ragehand: Gotebêjê CHPyê axivtinên welatek dî bikar dihîne bi armanca kirêtkirin a desthilata Turkîyayê.

Berê Fayîq Oztirak, gotebêjê CHPyê ragehandibû, Turkîya bi berdewamî YPGyê wek rêkxistîyeka  teroristî dide naskirin, lê di navbera hikumeta Turkîyayê û YPGyê de danûstandin heye û ji tirsa raya giştî, aşkera nake