Şanda PDKyê li gel YNK û Gorranê dê bicive
Heftîya Dahatî, şanda Partîya Dîmukrata Kurdistanê (PDK), bo pêkanîn a kabîneya nû li gel Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YBK) û Bizava Gorranê dê bicive. Endamekê serkirdatîya PDKyê dibêje: Di civîna wan de li gel YNKyê rêkkevtina dawîyê wajû dikin. Berpirsekê YNKyê jî dibêje: Ew amadene bo wajûkirina rêkkevtina dawîyê û ti arîşe li ba wan nemane.
K24- Hewlêr
Heftîya Dahatî, şanda Partîya Dîmukrata Kurdistanê (PDK), bo pêkanîn a kabîneya nû li gel Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) û Bizava Gorranê dê bicive. Endamekê serkirdatîya PDKyê dibêje: Di civîna wan de li gel YNKyê rêkkevtina dawîyê wajû dikin. Berpirsekê YNKyê jî dibêje: Ew amadene bo wajûkirina rêkkevtina dawîyê û ti arîşe li ba wan nemane.
Aras Heso Mîrxan, endamê serkirdatîya PDKyê aşekera dike, arîşe bidawî hatine û tenê wajûkirina rêkkevtinê maye, Herweha tekez jî kir, egerên gîrobûna civînan jî arîşeyên teknîkî ne.
Berê biryar bû perlemana Kurdistanê yasaya serokatîya Herêma Kurdistanê hevwar bike, lê pêşnîyazeka YNKyê danîştina Perlemanê gîro kir heya Gorran razî bûy bi zêdekirina cêgirekê bo serokê Herêmê.
Li ser evê yekê, Hakim Qadir Hemecan, endamê Mekteba Sîaysîya YNKyê dibêje: Em amadeyîne bo rêkkevtinê û ti arîşe li ba me nemaye.
Nêzîkî 215 rojin hilbijartin hatîne encamdan li Herêma Kurdistanê û heya niha hikumet nehatîye damezirandin. Bo pêkanîna hikumetê wajûyeka PDK û YNKyê maye, dûv re perleman pêşnîyaza yasaya damezraweya serokatîya Herêma Kurdistanê hevwar dike, ku qonaxeka giring û serekîya pêkanîna hikuemetê ye.