Wezîrê Darayî ya Iraqê li ser xerckirina mûçeya Pêşmerge îmze kir

Wezîrê Darayî ya Hikûmeta Iraqê Fuad Husên îro li ser xerckirina mûçeya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê îmze kir û li gor wê biryarê, mehane 68 milyar Dînar ji Pêşmerge bo Hewlêrê tê şandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Darayî ya Hikûmeta Iraqê Fuad Husên îro li ser xerckirina mûçeya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê îmze kir û li gor wê biryarê, mehane 68 milyar Dînar ji Pêşmerge bo Hewlêrê tê şandin.

Endamê Komîta Asayiş û Bergîriyê di Parlemantoya Iraqê de Nasir Herkî ji K24ê re ragihand, ji îro ve her mehekê birê 68 milyar Dînar wek mûçe ji hêza Pêşmerge re bo Herêma Kurdistanê tê şandin.

Got jî: Di yasaya budceya federalî de ew birê pereyan ji budceya Wezareta Bergîriyê ya Iraqê ji Pêşmerge re hatiye terxankirin.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment