Li Diyarbekirê çalakiya dayikên girtiyan de hat astengkirin

Hêzên ewlehiyê yên Diyarbekirê destêwerdaneke tund di çalakiya dayikên ku zarokên wan di grêva birçîbûnê de ne kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên ewlehiyê yên Diyarbekirê destêwerdaneke tund di çalakiya dayikên ku zarokên wan di grêva birçîbûnê de ne kirin.

Îro hejmareke dayikên ku zarokên wan li zindanên Tirkiyê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di girêva birçîbûnê de ne, xwastin li Parka Koşuyoluyê ya Diyarbekirê bi kombûneka rojnamevanî balê bikşînin ser rewşa zarokên xwe.

Lê polîsan bi awayek tund destêwerdan kir û dayikan belav kirin. Parlementera HDPê Remziye Tosun dibêje, ew li ser daxwazên xwe rijd in û heta hikûmeta Tirkiyê gaveke erenî nevêje ew dest ji çalakiyên xwe bernadin.

 

S. B