li Wanê di sê mehan de, 1035 Binpêkirinên mafê Mirovan rûdane

Komeleya Mafê Mirovan li Bakurê Kurdistan, li Bajarê Wanê da zanîn: Li bajarê wane, di van sê mehan de, 1035 Binpêkirinên mafê Mirovan rûdane û 11 kesan jî jîyana xwe ji destdane.

K24- Hewlêr

Komeleya Mafê Mirovan li Bakurê Kurdistan, li Bajarê Wanê da zanîn: Li bajarê wane, di van sê mehan de, 1035 Binpêkirinên mafê Mirovan rûdane û 11 kesan jî jîyana xwe ji destdane. 

nûnerê Komeleya Mafê Mirovan Murad Belet, li Bajarê Wanê kombûnek saz kir û rewşa binpêkirinên mafê mirovan li wî bajarî, xist berçavan.

Li gorî Komeleyê, Bajarê Wanê,  yek ji wan deverane ku li sê mehên dawîyê, herî zêde rastî hêrişên hêzên asayişê û ewlekariyê hatiye.

Komele diyar dike: Ji yekê meha 2 heta niha bes li bajarê Wanê, ji encama girtin, serdagirtina malan, eşkence û gulebarana raste rast, li hemberî sivîlan, 1035 binpêkirin rûdane.

Her wiha Komele diyar dike: Yek Jin û 10 Penaberan,  bi tevahî, 11 kesan jîyana xwe jidest dane.

Komeleya Mafê Mirovan bang li aliyên şer kir, dakû bes hêrişan pêk bînîn û dest bi pêvajoyeka nû ya aştiyê bikin.