Ji ber xwenîşandana ciwanên Kurd li Hesekê çend kes birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Şeva borî piştî peydabûna girjî û aloziyan li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, ciwanên Kurd wek bersivdanekê derketin ser cadeyan û di encama desttêwerdana hêzên ewlehî de jî, hejmareka welatiyan birîndar bûn.

Li gorî zanyaran, xwenîşandana şevane ya ciwanên Kurd li beranberî xwenîşandana xwecihên taxa "Xwêran"ê wek perçekiryarekê bûye. Herwesa dema ku xwenîşander ber bi Koçka Dadweriyê ya wî bajarî ve bi rê ketin, hêzên Asayişa Navxwe rê li wan girt û bi merema belavkirina wan guleyên hewayî berdane, di encamê de jî hejmareka welatiyan birîndar bû.

Çavkaniya wan aloziyan jî bo wê yekê vedigere ku roja pêştir, li Meydana Aşitiyê li navenda bajarê Hesekê, rêwresemek bo bilindkirina alaya Sûriyeyê ji aliyê birêveberiya bajarî ve hatibû rêkxistin.

Di çarçoveya wê merasimê de, hejmareka kesan êrîş kiribû ser tabloya wê meydanê (ku bi çend zimanekan navê wê meydanê li ser hatibû nivîsîn) û têk dabû, herwesa kamerayên çavdêriyê yên derdorê şikandibûn û êrîş kiribûn ser hêzên Asayişa Navxwe jî.

Li gorî vîdyoyên tomarkirî û zanyarên çavkaniyên navxweyî, parek ji wan kesan dirûşmên dijî Kurdan gotine, ev yek jî bûye sedema tûrebûn û nerazîbûna cadeya Kurdî li wî bajarî û rewş ber bi aloziyê ve biriye.