Şaredarîya Sûrê ya Diyarbekirê lîsteya deynê serdema Qeyûmî aşkera kir

Şaredariya Sûrê ya Diyarbekirê, deynên ku ji aliyê qeyûmî ve hatine hiştin, li ser avahiya şaredariyê daliqand. Li gorî rayedarên şaredariyê; beriya qeyûmî deynê şaredariya wan 99 milyon û 844 hezar lîre bûye lê qeyûmî ji wan re 151 milyon û 743 hezar lîreyan zêdetir deyn hiştiye. Qeymeqamê Sûrê yê Diyarbekirê jî li ser vê yekê ragihand ku ji 132 milyon û 308 hezar lîreyan zêdetir deynê şaredariyê hebûye û ev deyn ne deynê wan e.

K24- Amed

Şaredariya Sûrê ya Diyarbekirê, deynên ku ji aliyê qeyûmî ve hatine hiştin, li ser avahiya şaredariyê daliqand. Li gorî rayedarên şaredariyê; beriya qeyûmî deynê şaredariya wan 99 milyon û 844 hezar lîre bûye lê qeyûmî ji wan re 151 milyon û 743 hezar lîreyan zêdetir deyn hiştiye. Qeymeqamê Sûrê yê Diyarbekirê  jî li ser vê yekê ragihand ku ji 132 milyon û 308 hezar lîreyan zêdetir deynê şaredariyê hebûye û ev deyn ne deynê wan e.

Rayedarên Şaredariya Sûrê ya Diyarbekirê, mehek piştî Hilbijartinên Herêmî; deynên ku ji qeyûmî dewir girtin, yek bi yek nivîsî û bi avahiya şaredariyê ve daliqand. Hevseroka Şaredariya Sûrê Fehîme Fîlîz Bûlûttekîn got; deyn çiqas zêde bin jî em ê bi piştgirî û hevkariya xelkê xwe, dest bi xizmeta welatiyên xwe bikin.

Fehîme Fîlîz Bûlttekîn-Hevseroka Şaredariya Sûrê ya Diyarbekirê, got:"Me jixwe hemû ji gel re aşkera kir, gel jê haydar e ka çi bûye çi nebûye ev hatine ser şaredariyê çi kirine, hemû dizanin. Bere bere em ê bi gelê xwe re şêwira xwe bikin. Em ê civînên xwe çêbikin. Dema muxtar jî tên, dema ciwan jî tên, dema ku tiştekî dixwazin, bi rewşa me jî dizanin. Bi vî awayî em ê şêwira xwe û xebatên xwe bikin."

Di deynên ku Şaredariya Sûrê derxistiye de bi deynên banka, kredî û deynên din; bi giştî 151 milyon û 743 hezar û 819 lîre û 18 quriş deyn heye. Li ser vê lîsteya ku hatiye daliqandin, Qeymeqamê Navçeya Sûrê yê Diyarbekirê Abdullah Çîftçî jî li ser rûpela xwe ya şexsî ragihand ku; 132 milyon û 308 hezar û 074 lîre û 60 quriş deynê berê yê şaredariyê bûye û tu deynê serdema qeyûmî ji piyase û dikandaran re tuneye. Hevserokê Şaredariya Sûrê ya Diyarbekirê Cemal Ozdemîr dibêje; deynê ku beriya qeyûmî ji şaredariyê mabû; 99 milyon û 844 hezar û 493 lîre û 43 quriş bûye; vî deynê mayî ne yê me ye.

Cemal Ozdemîr-hevserokê Şaredariya Sûrê ya Diyarbekirê

"Me dît ku qeyûmî piştî hilbijartinê, di wê navbera ku mazbata dan me de civîna meclisê kiriye û rapora faaliyetan jî derbas kiriye. Lê belê ew rapor di destên me de ye, me vê raporê hinek lêkolîn kir, me dît ku di nav vê raporê de gelek tişt hene lê piraniya wan nehatine kirin."

Ess// Hevserokên Şaredariya Sûrê ya Diyarbekirê gotin ku lêçûnên fizûlî gelek zêde ne û tenê ji bo vê jûrê ji 250 hezar lîreyan zêdetir mesref hatiye kirin; her wiha şibakên zirxî yên ku guleyan jî derbas nakin û hemama ku di jûra serokatiyê de hatiye çêkirin jî di nav vê mesrefê de hatine nîşandan. Hevserokên Şaredariya Sûrê dibêjin; deynê me hebûye lê ji 50 milyonî zêdetir deyn lê hatiye barkirin. Qeymaqmê Sûrê jî dibêje; deyn deynê şaredariyên berê ye; deynê me ji kesî re tuneye.