Vala Ferîd: Perlemana Kurdistanê dê pişkek be ji çareserîya piroseya sîyasî
Vala Ferîd, seroka perlemana Kurdistanê li ser karakirina damezraweya serokatîya Herêma Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nehem a hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand: Perlemana Kurdistanê çaverê rêkevtina alîyên serekeye di pêkaînîna hikumeta herêmê de. çunku li gor axivtinên
K24- Hewlêr

Vala Ferîd, perlemana Kurdistanê dê pişkek be ji çareserîya piroseya sîyasî Herêma Kurdistanê û nabe asteng li pêşîya piroseya sîyasî.
Herweha seroka perlemanê got: Piştî temambûna rêkarên yasayî yên pêkanîna kabîneya nehem, bi hevahengî li gel hikumeta Herêma Kurdistanê, Em dê destbihavêjîn piroseya çaksazîyê di hemû sêkteran de.
Hevdem seroka Perlemana Kurdistanê li ser peywendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikumeta Îraqê de, got: Peywendîyên Me li gel Bexdayê ber bi pêş ve diçin û Em dixwazîn hikumeta Îraqê tevaya movik û maddeyên destûra Îraqê bicih bihîne, nemaze jî madeya 140 a destûra Îraqê. Bi bicihkirin a wê maddeyê jî arîşeyên hilawîstî di navbera herdû alîyan de dê bihên çareserkirin.
Ev axivtinên seroka perlemana Kurdistanê di çarçoveya civîna wê bû li gel şandeka bilinda wezareta derveya Nerwîcê