PDK û rewşa Civata Parêzgeha Neynewa di perlemana Îraqê de

Li jêr givaşa firakisyona Partîya Dîmukrata Kurdistanê (PDK) û hijmarek ji perlemantarên Neynewa, dengadana perlemana Îraqê li ser hilweşandina Civata Parêzxgeha Mûsilê hat dawî xistin.

K24- Hewlêr

Li jêr givaşa firakisyona Partîya Dîmukrata Kurdistanê (PDK) û hijmarek ji perlemantarên Neynewa, dengadana perlemana Îraqê li ser hilweşandina Civata Parêzxgeha Mûsilê hat dawî xistin.

Perlemantarek jî aşkera dike, bi egera milmilanê û kirrîn û firotinê bi posta parêzgarê Neynewa, pişkek ji hêzên sunne divên Civata Parêzgeha Neynewa hiweşînin.

Herçend bi wajûya 180 perlemantaran pirsa dengdanê li ser hilweşandina Civata Parêzgeha Neynewa  kevte di nav karnameya Civata Nwênerên Îraqê de. Dûv re jî bi egera metirsîyên evê biryarê, firakisyonên Kurdî û hijmareka perlemantarên Neynewa û firakisyona Bedir jî gefa şikandina rêjeya yasayîya rûniştina perlemanê kir; serokê perlemanê jî naçar bû movika hilweşandina Civata parêzgeha Neynewa bi dawî bixe.

Mehemed Mûsewî, perlemantarê Firakisyona Bedir got: Bi ladana parêzgarî, hikumeta xwecihî nemaye,  ji bilî evê yekê jî eger Civat jî bihê hilweşandin wê demê ti cihgirek namîne, ev jî metirsîyek mezine.

Perlemantarekê firakisyona PDKyê behsa wê yekê dike ku sê hêzên serekî li derveyê Mûsilê milmilanê û kirrîn û firotinê dikin bi posta parêzgeha Mûsilê. Got jî: alî heye, tenê bo bidestveanîna ewê postê heşt milyon Dolar dayne endamên Civata Parêzgehê. Niha ji wan re derkevtîye ku nekarin wê postê bi dest xwe ve bihînin û wan divên Civatê hilweşînin.

Şêrwan Dûberdanî, perlematarê firakisyona PDKyê, got: piştî dûrxistina parêzgarê Neynewa ji posta wî, bi egera nigrobûna qayexê û çend dosêyên gendelîyê, nêzçkî mehekêye, ew post valaye û Mûsil bê parêzgare. Hinek hêzên Sunne jî divên bi rêya hilweşandina Civata Parêzgeha Neynewa , ewê postê bo berjewendîya xwe pir bikin ku ev jî, ji alîyê firakisyonên Kurdî û bi taybetî PDKyê hatîye redkirin. Çunku ji 39 endamên Civata Parêzgeha Neynewa 13 endamên wê ser bi PDKyê ne.