Bexda û Parîs rêkkevtin li ser hevahengîya stratîcî di navbera herdû welatan de

Wezîrê Derve yê Îraqê, Mehemed Elî Hekîm û hevtayê wî yê firansî, Can Êv Lodiryan belgenameya hevahengî ya stratîcî di navbera herdû alîyan de di warên cûda de wajûkirin û mîkanîzm a bicihkirin a wê rêkkevtinê jî destnîşankirin.

K24- Hewlêr

Wezareta derve ya Îraqê di daxyannameyekê de ragehand,  armanc ji danûstandin a di navbera Bexda û Parîsê de, hevkarî û hevahengîye ji alîyên sîaysî, diplomasî û pêşxistina peywendîyên hardû alîayan.

Xuya jî kirîye, Bexda û Parîs rêkkevtine li ser pirs a hevkarî û alîkarî ya serbazî, ewlehî, pêşxistan pirograma rahînan a taybetmend, berengarbûn a terorê, pêşxistin a şîyanên Îraqê û hevpişkîya abûrî û bazirganîya di navbera herdû alîyan de.

Ev rêkkevtin piştî wê hat ku serok wezîrê Îraqê,  Adil Ebdulmehdî û şanda pê re, ji Berlînê ve gehiştin Firansa û li gel berpirsên bilindên wî welatî civîyan û gêngeşeya peywendîyan kirin di navbera herdû alîyan de.