Tirkiye hêzên xwe li ser sînorê Sûriyê zêde dike

Arteşa Tirkiyeyê ji gelek bajarên cuda hejmareke zêde leşkerên taybet, çek û teqemenî û wesaîtên zirxpoş rêkir bajarê Hatayê ya ser sînorê Sûriyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Arteşa Tirkiyeyê ji gelek bajarên cuda hejmareke zêde leşkerên taybet, çek û teqemenî û wesaîtên zirxpoş rêkir bajarê Hatayê ya ser sînorê Sûriyê.

Hat zanîn, hêzên leşkerî dê li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê werin bicihkirin.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan berî çend rojan ragihandibû, wan ji bo operasyonekê li dijî YPGê, hemû amedekariyên xwe temam kirine.

Demek e jî li deverên Ezaz û Til Rifatê şer û pevçûn di navbera YPG û artêşa Tirkiyê de derdikeve û li gor Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê, hejmarek leşkerên Tirkiyê jî hatin kuştin û birîndarkirin.

 

S. B