Dema îmzekirina rêkeftina PDK û YNKê aşkere bû
Şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) sibe diçe Silêmaniyê û dawî rêkeftin bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re îmze dike.

K24 – Navenda Nûçeyan
Şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) sibe diçe Silêmaniyê û dawî rêkeftin bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re îmze dike.
Endamê Serkirdatiya YNKê Mustefa Çavreş ji K24ê re ragihand, sibe şandeke PDKê bi serokatiya Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî serdana Polîtburoya YNKê dike.
Ragihand jî, derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, dawî rêkeftin tê îmzekirin.
Mustefa Çavreş amaje bi wê jî da, şanda PDKê bi Tevgera Goranê re jî dicive.
Nêzîkî heft mehan e hilbijartina Parlemantoya Kurdistanê hatine kirin û hîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nehatiye pêkanîn, lê ji çend rojên bûrî ve berpirsên bilind ên aliyên siyasî bi geşbînî behsa rêkeftina PDK, YNK û Goranê dikin.
S. B