Hêzên ewlehiyê rê nadin dayikên girtiyan daxuyaniyê bidin
Hêzên ewlehiyê yên Diyarbekirê destêwerdaneke tund di çalakiya dayikên ku zarokên wan di grêva birçîbûnê de ne, kirin û nehîştin daxuyaniyê bidin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên ewlehiyê yên Diyarbekirê destêwerdaneke tund di çalakiya dayikên ku zarokên wan di grêva birçîbûnê de ne, kirin û nehîştin daxuyaniyê bidin.
Îro hejmareke dayikên ku zarokên wan li zindanên Tirkiyê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di girêva birçîbûnê de ne, xwastin li Parka Koşuyoluyê ya Diyarbekirê bi kombûneka rojnamevanî balê bikşînin ser rewşa zarokên xwe.
Peyamnêrê K24ê li Diyarbekirê da zanîn, Lê polîsan bi awayek tund destêwerdan kir û dayikan xistine dorpêçê.
Da zanîn jî, hejmarek parlemanterên HDPê jî li Parka Koşuyoluyê hatine piştgîriyê didin dayikên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de ne û danûstandin di navbera wan û polîsan de tên kirin.
S. B