Iraq mezintirîn şaneya DAIŞê hildiweşîne
Hewalgîriya Iraqê ragihand, mezintirîn plana jinûavakirina şaneyên ser bi DAIŞê ve li Iraqê hat pûçkirin û hejmarek ji çekdarên ku ji Sûriyê reviyabûn hatin kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hewalgîriya Iraqê ragihand, mezintirîn plana jinûavakirina şaneyên ser bi DAIŞê ve li Iraqê hat pûçkirin û hejmarek ji çekdarên ku ji Sûriyê reviyabûn hatin kuştin.
Şaneya Hewlagîriyê ya ser bi Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihand, hêzên ewlehiyê di operasyonekê de hejmarek çekdarên DAIŞê yên ji Sûriyê reviyabûn û hatibûn Iraqê kuştin.
Rojnameya “Sebah” a nîv fermî belav kir, di rojên pêş de hûrgiliyên operasyonê û mikurhatina endamên DAIŞê yên hatine desteserkirin û çawaniya reva wan bi nehênî bi Ebû Bekir Bexdadî ji Sûriyê belav dikin.
Piştî KU HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî dawî berîka DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê kontrol kir û dawî li desthilata xîlafeta DAIŞê anî, hejmarek ji çekdarên DAIŞê karîn birevin û xwe bigihînin xaka Iraqê.
S. B