Nêçîrvan Barzanî û Kosret Resûl pîrozbahîyê li xelkê Kurdistanê dikin
Partî ya Dîmukratî ya Kurdistanê (PDK)û Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li Silêmanîyê gehiştin rêkkevtinê û her yek ji cêgirê serokê PDKyê, Nêçîrvan Barzanî û cêgirê Sekiretêrê giştîyê YNKyê, Kosret Resûl Elî li baregeh a Mekteba Sîyasîya YNK rêkkevtina di navber a herdû alîyan de hat wajûkirin.
K24- Silêmanî.

Piştî wajûkirin a rêkkevtinê her yek ji Nêçîrvan Barzanî û Kosret Resûl bo mêdyayê axivtin.
Kosret Resûl, cêgirê Sekiretêrê Giştîyê YNKyê pîrozbahî li xelkê Kurdistan kir bi hilkevta wajûkirin a rêkkevtina di navbera PDK û YNKyê de bo pêkanîn a kabîneya nû ya hikumet a Kurdistanê û hêvî xwazt ew rêkkevtin bibe destpêkeke giring bo çareserkirina arîşeyan û xizmetkirina xelkê.
Di beranber de Nêçîrvan Barzanî, cêgirê serokê PDKyê ragehand, Evro Em gehiştîn qonax a dawîyê ya danana nexşerê ya pêkanîna kabîne ya nû ya hikumet a Herêmê.
Got jî: Karên me bi danûstandin û ji hev têghijtinê gehişte encamê û me hersê alîyan têgehijtineka baş heye bo pêkanîna kabîne ya nû. hêvîdarim kar bikîn daku xizmet a xelkî bikîn.
Xuya jî kir berê eger arîşeyek heba tirs li ba xelkê durist dibû, lê evê carê em her sê alî xwe bi serkevtî dibînîn û pîrozbahîyê li xelkê Kurdistanê dikim. Di cihê xwe de ye ku em supasî û destxweşîyê li şanda danûstandin a herdû alîyan bikîn.