Wezareta Pêşmerge û Hevpeymanên Nêvdewletî çaksazîya Hêza Pêşmerge dinirxînin

Komîteya bilinda Wezareta Pêşmerge û hêzên Hevpemanan nirxandina pêşhatên dawîyê û pirojeyên çaksazîya Pêşmereg kirin.

K24- Hewlêr

Komîteya bilinda Wezareta Pêşmerge û hêzên Hevpemanan nirxandina pêşhatên dawîyê û pirojeyên çaksazîya Pêşmereg kirin.

Evro bi serperiştî ya Kerîm Şengarî, wezîrê Pêşmerge bi wekalet, civîna asayî ya komîte ya balaya wezareta Pêşmerge li gel hêzên Hevpeyamanan,  Borda Çaksazîyê û rêvebrîya çaksazî ya ser bi wezaretê li bajarê Hewlêr birêve çû.

 Di civînê de nirxandin hat kirin bo dawîn pêşhatan û piroje yên çaksazîya Pêşmerge. Hevdem nivîsîngeh a hevahengî ya asayîşa hevpişk raportek pêşkeş kirin li ser alîkarî yên wan bo hêza Pêşmerge û sozdan berdewam bin li alîkarîkirin ên xwe bo hêza Pêşmerge.

 Di dawî ya civînê de, biryar hatedan di meha Tîrmeh a dahatî de civîneka dî ya bala encam bidin bo pêşvebirin a pirograma çaksazî ya Wezareta Pêşmerge.