Parêzeran hevdîtin bi Ocalan re kir

Parêzerên Buroua Huquqê ya Sedsalê bi daxûyaniyekê gotin: Wan di 2ê Gulanê de hevdîtin bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re pêk anîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzerên Buroya Huquqê ya Sedsalê bi daxûyaniyekê gotin: Wan di 2ê Gulanê de hevdîtin bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re pêk anîne.

Di daxuyaniya nivîski ya Parêzerên Ocalan de tê gotin: Wan di Roja 2ê Gulanê Roja Pêncşemê hevdîtin li gel Rêberê PKKê Abdullah Ocalan pêk anîne.

Li gorî daxuyaniya Parêzeran, îro di demjimêr 3ê li Hilton Hotêla Taksimê, daxuyeniyekê derbarê hûrgiliyên hevdîtinê bidin ragihandinê û bang li hemû dezgehên ragihandinê kirin, da ku daxuyaniyê bişopînin.

Di 15ê Sibata sala 1999an de Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiyeyê MÎT bi alîkariya CIA û MOSSADê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li Kenyayê girtibû û anîbûn Tirkiyê.

Parêzerên Ocalan jî ji 27ê Tîrmeha 2011an ve bi wî re hevdîtin nekirine. Lê birayê wî Mehmet Ocalan roja 12ê Çileya 2019an pê re hevdîtinek kiribû.

 

S. B