Li Dîyala Heşda Şeibî û asayîşê, desthavêtine bi Erebkirina deverên Kurdan

Piştî neman a desthilat a Pêşmerge li deverên derve yê rêveberî ya Herêm a Kurdistanê, li Sûnrê parêzgeha Dîyala, roj bi roj girûpîn Çekdar û Heşda Şeibî, gefan li malbat ên Kurd dikin û pişkek mezin ji wan deverên xwe hêlane û li gor gotinên hevwelatîyan bi Ererbkirin dever ên Kurdan bi pirogram dihê encamdan.

K24- Hewlêr

Hijmara malabat ên Kurd li sinûrê parêzgeh a Dîyala ber bi kêmbûnê diçe. Malbatên Kurd ewên li wan deveran diîjin, dibêjin:  Çawa Daiş û girûpên Teroristî dijînî ya Kurd dikin, weha jî Heşda Şeibî û hêzên asayîşê li pişt bi erebkirina Kurdin in  li wan deveran.

Piştî sala 2003yê, ew malbat ên Kurd ku bo dema sê deheyan ji alîyê rijêm a Sedam Husên ve hatibûn derkirin û awarebibûn, zevî û mal mulkên wan hatibûn dagîrkirin, bi heriftina rijêma Beisê, ew vegerîyabûn deverên xwe. Piştî nemana rijêm a Sedam, di yekem hilbijartina Îraqê de Kurdên wan deveran pişikdarî di pirose ya dengdan a parêzgeha Dîyala  de kirin û partîyên Kurdistanî bûne xwedîyê 7 kursîyên Civata Parêzgehê.  Lê piştî serhildana girûpên teroristî wek Qayîde û hevşêwe yên wê û bihêzbûn a hikumeta Îraqê û dûv re jî hatina Daişê û Heşda Şeibî, dîsan şalawên bi erebkirinê  li dijî hevwelatîyên Kurd  dest pêkir.