Nêzîkî 30 zaro û jin ên Êzdî hatin rizgarkirin
Şendeka Şengarê, hijmarek a din ji hevwelatî yên Êzdî wergirtin ewên ji kempa Elhol li Surya hatibûn vedîtin.
K24- Hewlêr
Şendeka Şengarê, hijmarek a din ji hevwelatî yên Êzdî wergirtin ewên ji kempa Elhol li Surya hatibûn vedîtin.
Çavkanîyeka asayîşî ya Îraqê bi kenelên mêdyayî ragehandîye, ew hevwelatî yên Êzdî berê ji alîyê Daişê ve hatibûn revandin û di nav malbatên çekdarên Daişê hatine vedîtin.
Got jî: Ewên revandî bêtir zaro û jin bûne. Piştî bi dawîhatin a desthilata Daişê li Suryayê û rizgarkirin a Baxozêji alîyê hêzên Surya ya Dîmukrat, bi dehan hevwelatîyên Êzdî ji dest çekdarên Daişê û ji nav malbatên Daişîyan hatin rizgarkirin.
Ev jî navên jin û zaro yên rizgakirîne:
- Suad saydo xelaf. Ji şengale. 29 sali
- Cihan xelaf mirad. Ji herdan. 18 sali
- Iqbal xelil birahim. Ji koço. 24 sali
- Rêzan şakir mehmud. Ji koço. 13 sali
- Samih felah laylo. Ji siba şeix xidir. 7 sali
- Dawid salim xelaf. Ji Hardan. 11 sali
- Aziza sabri birahim. Ji Hatimiyê. 25 sali.
- Şamil simail xudeda. Ji Koço.11 sali
- Xunaf xidir udaiyb. Ji koço. 34 sali
- Sadiya nasir xelaf. Ji girzarik. 13 sali
- Suham nasir xelaf. Xuşka sadiya. 11 sali
- Cemal ziyad haydar. Ji solax. 15 sali
- Xoxê hesan dexil. Ji solax. 15 sali
- Selwa xêro. Ji solax. 10 sali
- Dilvin qasim birahim. Ji tilqasab. 34 sali.
- Sefawn. 13 sali
- Erdelan. 11 sali
- Beyan. 8 sali
- Cihan. 5 sali Nave babê wan. Hisên salih Ahmad
- Emşa said simail. Ji tilqesab. 15 sali
- Evin mehmud xelaf. Ji rambusi. 15 sali
- Mufid qasim aliyas. Ji qabusi. 10 sali.
- Suad eli. Ji solax. 15 sali
- Cihan berkat amo. Ji koço. 27 sali.
- Şayma hemzo birahim. 8 sali.
- Emar hemzo birahim. 5 sali
- Dilşin ferman xelaf. Jo kora evdo. 10 sali
Di çend rojên bûrî de Civata Rûhanî ya Êzdîyan red kir ku ewan zaroyan wergire di civaka êzdîyan ewên ji encama destdirêjîyê bo ser jin ên Êzdîyan ji dayîkbûne.
Heya niha çarenivîsa wan zaroyan nahêt zanîn ewên ji dayîkeka Êzdî û bavekê Muslman peydabûne û bavên wan çekdarên Daişê bûne û nasname yên wan nahêt naskirin.
