Malbatek a Kurd zêdetir ji nîv sedeye xizmet a ziman û kiltur a Kurdî dikin
Keremê Seyad, nivîskar û rewşenbîrê Kurd yê nasyayî li Ermenistanê, Ew malbat a wî zêditir ji 60 salane xizmet a çand û zimanê Kurdî dikin. Dem a hikumet a Ermînîyayê vîyaye bi eger a arîşe yên darayî radyoyê daxe; Keremê Seyad û kiç û kurê wî li ser erk ên xwe pişk a Kurdî birêvebirine û bo dem a 9 salan 12 Kîlometran bi pîyan dibirin daku Karwan a wê radyoyê nehê rawestan. Niha temenê û nexweşîyê hêz û çalakî jê standîye. Kurdistan 24 di serdanekê de pişkek a kar û xebatên wan dixe berçavan.
K24- Yerîvan

Keremê Seyad û malbata wî zêdetir ji nîv sedeye li pişka radyo ya Yerîvanê xizmet dikin. Demekê hikumet a Ermînîya bi eger a tengije ya Abûrî, divîya evê radyoyê daxe, lê evîn a radyo ya Kurdî Keremê Seyad naçar kir rojane 12 kîlometran bi pîyan bi here, tenê ji bo ku weşan bi zimanê Kurdî berdewam be.
Mîrat a 54 salên xizmet û şevdêrî ya Keremê Seyad, çend salin kevtîye di destê Tîtal ê kurê wî de.
Temen û nexweşî, hêz û livîna apê Kerem sist kirîye, sera dijwarî ya jîyan ê wî tenê yek daxwazî heye.
Keremê Seyad, li 30yê 1938ê li gundê Heko ya Nahye ya Talîn li Ermenistanê ji dayîk bûye. Her li wir xwîndin a seretayî temam kirîye. Li 1960ê li Radyo ya Dengê Yerîvan dest bi kar kirîye. Dem a bi eger a xirabûn a rewş a Abûrî, 12 xebatkarên wê radyoyê, Ermenistanê bicih dihêlin, Keremê Seyad bi hêza hest a neteweyî ya xwe nahêle Dengê Kurdî li Radyo ya Yerîvanê bi weste û heya niha ew deng bi zelalî û zindî maye.