Kemal Kerkûkî: PDK li ser binema ya Sî Vî kandîd ên postan destnîşan dike
Serokê şanda danûstandikarê Partî ya Demurkat a Kurdistanê (PDK) Kemela Kerkûkî, di dema pişkdarîyê di jûra nûçe yên Kurdistan 24ê ragehand, PDK bi hedarî û henase dirêjîyê şîya Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û Gorranê razî bikepişikdarîyê di kabîne ya nû ya hikumetê de bikin.
K24- Hewlêr

Kemal Kerkûkî, got jî: Bê guman ev rkkevtinên hanê di girigin û dilê xelikê pê xweşe, PDK bi serbr û hedar a xwe şîya evan dû alîyan razî bike û pişikdarîyê di hikumetê de bikin.
Herweha got: Êdî dê dest bikîn bi rêkarên yasayî, perleman roja Çarşembîyê dê kom bibe û rêkarên din jî di demak a pîvankî de dê bihên bicihanîn.
Li ser gotûbêj û civîna sê alî di navbera PDK, YNK û Gorranê, serokê şanda danûstankarê PDKyê ragehand, Ew alî di pêkanîna hikumetê de pişikdar dibin, lew jî dicivin daku bernameya karê hikumetê venûsin û li ser naveroka wê rêk bikevin û di dema dengdanê jî bi kabîneyê hemû alî dengî li ser bidin.
Li ser danana berbijêran bo postên wezarî, Kemal Kerkûkî got: PDK ki ser bingeh a SîVî berbijêran destnîşan diek. Ew navên ku hene diçe ber destê serok wezîran , daku li roj a dîyarkirî bibe nav perlemanê de û li wir deng li ser dihê dan.
Kemal Kerkûkî tekez jî kir ku karê serekî yê kabîneya nû ya hikumetê encamdan a çaksazîyê dibe û wan piroje yên ku nahatîne temamkirin careka din dê bihên temamkirin. Çaksazî karekê giring ê karnameya hikumetê dibe. Pirsa Bexda, asayîkirin a rewşa Kerkûkê, budce û mûçeyê fermanberên Herêmê.