Hilbijartina nû ya şaredarîya Istenbolê, 23'ê Hezîranê tê encamdan
Hilbijartina Şaredariya Mezin a Stenbolê hat betalkirin. Komîsyona Bilinda Hilbijartinê, li ser serlêdana AK Partiye civiya û biryar da ku, hejmareke zêde serok û endamên desteyên sindoqên hilbijartinê ji fermanberan nehatine pêkanîn û ev jî dijî yasayê ye. Komîsyonê pesendnameya Ekrem Îmamoglu jî betal kir. Hilbijartina nû piştî mehek û nîv, 23'ê Hezîranê tê encamdan.
K24- Hewlêr
Hilbijartina Şaredariya Mezin a Stenbolê hat betalkirin. Komîsyona Bilinda Hilbijartinê, li ser serlêdana AK Partiye civiya û biryar da ku, hejmareke zêde serok û endamên desteyên sindoqên hilbijartinê ji fermanberan nehatine pêkanîn û ev jî dijî yasayê ye. Komîsyonê pesendnameya Ekrem Îmamoglu jî betal kir. Hilbijartina nû piştî mehek û nîv, 23'ê Hezîranê tê encamdan.
Komîsyona Hilbijartina Bilind a Tirkiyê, serlêdana nerazîbûna Partiya Desthilatdar AK Partiyê di cîh de dît û hilbijartina şaredariya mezin a Stenbolê betal kir. Biryar hember 4 dengên nexêr bi 7 dengên belê hat girtin. Hilbijartina nû 23'ê Hezîranê tê encam dan.
Nûnerê AK Partî di Komîyona Bilind de piştî biryarê da xuyakirin, bi heman lîsteyên dengderan dê hilbijartin were encam dan û pesendnameya Ekrem Îmamoglu jî hatiye betalkirin ku şûna wî wekîlek nû dê were danîn.
Receb Ozel – Nûnerê AKPyê di komîon a hilbijartinê de, got:"… Me bi 9 xalên sereke serî lêdabûn. Yek ji wan jî ew bû ku endam û serokên deteyên sindoqan fermanber nebûn. Komîsyonê ev nerazîbûna di cîh de dît û li ser vê biryar da. Partiyên siyasî bi heman namzetan dikarin biçin hilbijartinê, lê eger destjikêşan hebe, dikarin namzet biguherînin. Lîsteyên Dengderan nayên guhertin, lê desteyên sindoqan ji nû ve tên damezrandin. Derbarê navçeyên Maltepe û Kuçukçekmeceyê piştre biryar tê dayîn."
Namzetê serkeftî yê CHPê Ekrem Îmamoglu, bang li welatiyan kir ku, hêviya xwe wenda nekin û dê her tişt baştir be û got ewê li benda biryara fermî ya Komîsyonê bimîne.
Namzetê AK Partî ye Stenbolê Binalî Yildirim jî da xuyakirin, piştî daxuyaniya fermî ya komîsyonê ewê biaxive û hêvîdar e biryar bo xelkê başî bîne.
Li gor agahiyan, Serokê Giştî yê AK Partiyê Receb Tayîb Erdogan, Encumena Rêveberiya Partiya xwe piştî biryarê kom kir û li ser stratejiya nû ya partiyê gengeşe kirin.
Partiyên dijbere CHP û Îyî Partî jî bi awayeke awarte biryara civîna Encumenên Rêveberiyê dan.
Beriya ku biryar were aşkerakirina, li peş avahiya Komîsyonê bergiriyên ewlekariyê hatin zêdetikirin. Li gor agahiyan li Stenbolê hin koman dest bi xwepêşandanê kirine.
Biryarê bandoreke neyînî li ser nirxê lîreya Tirkiyê kir. di gel ku demjimêrên êvarê bû, yek dolar gihîşt 6 lîre û 15 qurişan.