Erdogan: Li Hember hebûn û ewlekariya Tirkiyê gef û metirsî zêde bûne
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, li Enqerê di civîna Konseya NATOyê de axivî û got, di vê demê de, gef û metirsî li ser ewlekarî û hebûna Tirkiyê zêde bûne û ji hevpeymanên NATO xwest li gor hevpeymanan tevbigerin. Erdogan got, ewê aliyek di nav NATOyê de hêza xwe biparêzin û aliyê din jî, di çarçoveya ewlekariya netewiya xwe de gavan bavêjin.
K24- Hewlêr

Erdogan got:"Di vê demê de, hember hebûn û ewlekariya Tirkiyê gef û metirsî zêde bûne. Di demek weha de ji hevpeymanan tenê daxwazeke me heye ku li gor hevpeymanan tevbigerin. Hember rêxistinên we bi xwe jî wek terorê binavkirine, bergiriyên pêş bixin.
Teroristên ku welatiyên me kirine armanc ji hêla hevpeymanên me ve tên biçekkirin û hin hevpeyman jî wan bi xalîçeyên sor pêşwazî dikin. Em qebûl nakin, di bin navê têkoşîna dijî DAIŞ de rêxistinên bên rewakirin."