Artêşa Tirkiyê bi bulldozeran şûnwarên Efrînê wêran dike
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, bi amûreyên kolandinê (bulldozer û excavator) cihên dîrokî û şûnwarî yên Efrînê têk didin û dikolin û li perçeyên şûnwar û entîkeyan digerin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, bi amûreyên kolandinê (bulldozer û excavator) cihên dîrokî û şûnwarî yên Efrînê têk didin û dikolin û li perçeyên şûnwar û entîkeyan digerin.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana Tirkiyê de kar dikin di 18ê Adara 2018an de, ji bilî kuştin û revandina welatiyên Kurd, dizî û talankirina mal û milkên xelkê, bicihkirina Ereban di cih û malên Kurdan û bicihkirina proseya guhartina demografî li Efrînê, bi awayekî sîstematîk dest bi têkadana cihên dîrokî yên Kurdan û nehîştina nasnameya Kurdbûna Efrînê dikin.
Ji bilî ku di dema êrîşa li ser Efrînê de, gelek cihên dîrokî û şûnarên Efrînê rastî bombebarankirina firokeyên şer yên Tirkiyê hatin, wek girê Eyn Dara ya dîrokê yê ku dîroka wê vedigere 2 hezar salan berî zayîne û keleha Teqilkê li çiyayê Lêlûn. Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar bi dehan cihên dîrokî, mezargehên pîroz û gorên kevnare şikandine û kolane, bi armanca lêgerîna li entîkeyan û têkdana nasnameya Kurdî.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê girtevîdyoyek belav kir û ragihand, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar li navçeya Cindirêsê cihên şûnwarî bi amûreyên kolandinê yên mezin (buldozer) kolane û li entîke û perçeyên şûwarî digerin.
Pêştir jî wê rêxistinê belav kiribû, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve derdora keleha Horî ya dîrokî û girê şûnwarî yê gundê Gemrûkê bi bulldozeran kolandbûn û li perçeyên şûnwarî û entîkeyan geriyabûn.
ji aliyê xwe ve, Navenda Medyayî ya Efrînê pêştir çendîn car wêne û perçeyên vîdyo ên mezargeha Şêx Hemîd ê Kurdên Êzidî li gundê Qestel Cindo, mezargeha Kurdên Elewî ya li navçeya Mabeta, gorên gundê Hebo yê navçeya Mabeta û Gorên gundê Qurbê yê navçeya Cindirêsê û mezargeha Henan belav kiribûn, ku hatibûn şikandin û kolandin.
Herwiha Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî di meha Cotmeha 2018an de girtevîdyoyek belav kiribû û dabû zanîn, grûpa Feyleqa Yekem ya ser bi artêşa Tirkiyê şanogeha Romanî ya Keleha Horî bi buldozeran dikolon û li şûnwar û entîkeyan digerin.
Li ser têkdan, şikandin û kolandina cihên dîrokî û şûnwarên Efrînê, pisporê di warê dîrokî û şûnwarên Efrînê Zekeriya Huserî ji K24ê re da zanîn, bi awayekî mezin cihên dîrokî yên Efrînê ji encama êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hatine wêrankirin, bi awayekî ku armanc ji wê ne tenê lêgerîna li perçeyên şûnwarî û entîkeyan e, biqasî ku têkdana dîroka Efrînê û nehîştina nasnameya Kurdîbûna Efrînê ye.
S. B







