Şaredarê demkî yê Stenbolê, Walî Elî Yerlikaya ye

Komisyona Bilind ya Hilbijartinan got: Heta 23ê Heziranê li şûna Ekrem Îmamoglu, dê Waliyê Stenbolê erkê serokê bajarvanîyê, bicîh bîn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Komisyona Bilind ya Hilbijartinan got: Heta 23ê Heziranê li şûna Ekrem Îmamoglu, dê Waliyê Stenbolê erkê serokê bajarvanîyê, bicîh bîn e.

Komisyona Hilbijartinan ku duhî pesendnameya Namzetê CHPê Ekrem Îmamoglu jê stand, dê dewsa Imamoglu parêzger Eli Yerlikaya erkê bajarvaniyê pêkbîn e.

Li gorî nûçeyên Rojnamên Tirkiyê,  Eli Yerlikaya heta hilbijartin encam dibin, wek Serokê Bajarvaniya Mezin ya Stenbolê, erkdar be.

Parêzgar hemû bajarên Tirkiyê bi biryara Serokkomar ve tên erkdar kirin û CHP vê erkdarkirinê wek qeyyum binav dike.

 

 

C.B