PDK û YNK li ser piroje yasaya serokatîya Herêmê rêkkevtin
Evro komîte ya yasayî ya perlemana Kurdistanê civîya bi armanca amadekirin a raporta dawîyê li ser piroje yasa ya serokatî ya Herêmê.
K24- Hewlêr
Evro komîteya yasayîya perlemana Kurdistanê civîya bi armanca amadekirin a raporta dawîyê li ser piroje yasaya serokatîya Herêmê.
Nûçgihanê K24 ragehand, di destpêkê de Partîya Dîmukrata Kurdistanê (PDK) û Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) li ser movikeka wê yasayê nakok bûn, lê niha piştî encamdana civînê di navbera herdû alîyan de, rêkkevtine.
Nûçegihanê Kurdistan24 ragehand jî, herdû alî li ser wê yekê rêkkevtin ku serokê Herêmê dû cêgir hebin û desthilatên herdû cêgiran jî ji alîyê serokê herêmê ve dê bihên destnîşankirin.
Biryare subehî Perlemana Kurdistanê vexwîndina sêyem û dawîyê bike bo piroje yasa ya serokatî ya Herêma Kurdistanê û bixe di dengdanê de û weku yasa pesind bike.
Di yasa ya serokatîya Herêmê de movkek hatibû, ku serokî cêgir dê hebe. ev yek jî YNK dilgiran kiribû û dixwaztin bi aşekera bihê nivîsandin ku serokî dû cêgir hebe.