Hevwarkirina yasaya serokatîya Herêmê pêşkêşê serokatîya Perlemanê dihê kirin
Celal Mehemed, biryarderê komîteya yasayî di perleman a Kurdistanê de , li ser hevwarkirin a yasaya serokatîya Herêma Kurdistanê, ku biryare subehîdi danîştina perlemanê de dengî li ser bidin. Ew gihiştîne reşnivîsekê ku naveroka wê cihê qibûlkirina hemû alîyan be.
K24-Hewlêr
Celal Mehemed, biryarderê komîteya yasayî di perleman a Kurdistanê de , li ser hevwarkirin a yasaya serokatîya Herêma Kurdistanê, ku biryare subehîdi di rûniştina perlemanê de deng li ser bihê dan, got: Ew gihiştîne reşnivîsekê ku renege naveroka wê cihê qebûlkirina hemû alîyan be.
Li ser naverok a wê piroje yasayê, Mehemed Emîn got: Serokê Herêmê 2 cêgir dê hebin û ew bi xwe desthilatên wan dîyarî dike. amaje bi wê yekê jî da, ti arîşe li pêşîya evê yasayê nemane û subehî dê bikeve dengdanê.
Got jî: Evro komîteya yasayî piroje yasayê wajû dike û pêşkêşî desteya serokatîya perlemanê dike. Subehî jî deng li ser tevaya pirojeyê dihê dan.
Biryarderê komîteya yasayî ya Perlemana Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir ku piştî hevwarkirina yasayê li perlemanê dihê pesindkirin, dema sê rojan dihê dan bi alîyan daku namzetên posta serokatîya Herêmê Sîvî yên xwe pêşkêş bikin û Sîvî jî di perlemanê de bihên pesindkirin. Dû rojên din jî dihê dan bo tenelêdana wan kesên ku Sîvîyên wan nehatine qebûlkirin. Dûv re jî desteya serokatîya Perlemanê demek dihê dîyarîkirin bo hilbijartina serokê Herêma Kurdistanê.
Celal Mehemed Emîn, pêşbînî dîke di rûniştina subehî de,85 heya 95 perlemantar deng bi hevwarkirin a yasaya serokayetîya Herêmê bidin.