Bizava Îslamî dixwaze pişikdarîyê di hikumetê de bike

Ebdullah Wertî, endamê Mekteba Sîyasî Bizava Îslamî, dibêje: Em li benda wê yekê ne ku Partî ya Demûkrata Kurdistanê bi fermî banghêjta me bikin bo nav kabîneya nû.

K24- Hewlêr

Ebdullah Wertî, endamê Mekteba Sîyasî Bizava Îslamî, dibêje: Em li benda wê yekê ne ku Partî ya Demûkrata Kurdistanê bi fermî banghêjta me bikin bo nav kabîneya nû.

Di dîdarekê de li gel Kurdistan24, Wertî tekez kir, partîya wî biryar daye pişikdarîyê di hikumetê de bikin, lê divê pêgeha Bizava Îslamî paraztî be.

Ser wan gotgotkên  ku behsa xwazta Bizava Îslamî dike bo wergirtina Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî di kabîneya nû de, Wertî got: Ev ber wê yekêye, çunku Bizavê ezmûna xwe heye di rêvbirina evê wezaretê de û şîyane di rêvebirina wê wezaretê de serkevtî bin.

Pêkhateyan der vekirî hêlane bo serdana şanda PDKyê û çaverê bûn di destpêkê de rêkkevtina PDKyê, YNKyê û Gorranê yek alî bibe. Di vî warî de, Mûna Qehweçî, sekiretêra Perlemana Kurdistanê behsa wê yekê dike ku Turkuman û Kirstîyan hez dikin di kabîneya nû de, wan pişikdaryeka kara hebe.

Pişka YNK û Bizava Gorranê di kabîneya nû de yak alî bûye, ewa maye pişka PDKyê û wan alîyane; ewên ku di ayînde de PDK danûstandinan li gel wan dike bo pêkanîna Hikumetê.