Li Rojavaya Kurdistanê heft zaroyên Siwêdî radestê hikumeta Stokholimê hatin kirin

Fermangeha Peywendîyên Derve ya Rêvebrîya Xweser li Rojavaya Kurdistanê, heft zaroyên Daişan radestî şandeka Siwêdî kirin.

K24- Duhok

Fermangeha Peywendîyên Derve ya Rêvebrîya Xweser li Rojavaya Kurdistanê, heft zaroyên Daişan radestî şandeka Siwêdî kirin.

Fermangeha Peywendîyên Derve yê Rêveberîya Bakûra Rojhilata Suryayê, evro li derazînka Sêmêlka heft zaroyên bi nijad Siwêdî, radestî şandeka wî welatê wan kir.

Fermangehê ragehandîye, ew zaro bavên wan di rêza çekdarên Daişê de bûne hatine kuştin û ew zaro bêkes mane.

Di merasîma radestkirinê de rê nedan kenalên ragehandinê wêneyên zaroyan bigrin û belav bikin.