Ebdulmehdî: Pêwendiyên Bexda û Hewlêrê gelek baş in
Serokwezîrê Iraqê tekez dike, pêwendiyên wan digel Herêma Kurdistanê gelek baş in û radigehîne, digel hêzên Pêşmerge di şerê dijî teroristan de berdewam in
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Iraqê tekez dike, pêwendiyên wan digel Herêma Kurdistanê gelek baş in û radigehîne, digel hêzên Pêşmerge di şerê dijî teroristan de berdewam in.
Di kongreya xwe ya rojnamevanî ya heftane de Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî tekez kir, pêwendiyên wan digel Herêma Kurdistanê gelek baş in û tekez kir, îrade û baweriya hevbeş ji bo çareserkirina pirsgirêkan heye.
Ebdulmehdî tekez jî kir, pêwendiyên hêzên çekdar digel hêzên Pêşmerge baş e, ji bo nehiştina DAÎŞê li navçeyên ku pirsgirêk liser in û herweha li navçeyên din jî.
C.B