Neteweyên hevgirtî daxwaz dû rêvebrîya hevpişk dike bo Şenagrê

Piştî bûyrên 16yê Oktoberê, çend caran rêvebrîya rewa ya Şengarê nûçeya vergerranê bo wî bajêrî ragehandîye, lê ji alîyên hêzên Heşda Şeibî û PKKyê rê ji vegerana wê dihê kirin. Netewe yên Hevgirtî jî hewilên xwe destpêkirîye bo asayîkirina rewşa Şenagrê.

K24- Hewlêr

Di çend rojên bûrî de şandeka bilinda Neteweyên Hevgirtî li gel rêvberîya rewaya Şengarê civîya û dûv re jî serdana Şengarê kirin û daxwaza pêkanîna rêvebrîyeka hevpişik kirin bo rêvebirina Şengarê.

Mehma Xelîl Qaymeqamê Şenagrê bi Kurdistan24 ragehand: Şanda Neteweyên Hevgirtî ji me re gotîye, pişta xwe bi me re girê bidin, Em arîşeyan dê çareser bikîn. Lê Em bawer nakîn Neteweyên Hevgirtî jî bikare arîşeyan çareser bike. Çunku ne PKK şengrê bicih dihêle ne jî Heşda Şeibî.

Got jî: rewşa asayîşa Şengarê ne akincîye.  Bo çareserkirina evê rewşê pêdivîye hêzên asayîşî û serbazîyên hevpişk di nav Şengarê de hebe û sinûr jî bihên kontirolkirin.