Davutoglu: Komîsyona Hilbijartinê ziyaneke mezin gihandiye Tirkiyê

Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ehmed Davutoglu dibêje, biryara Komîsyona Hilbijartinê a dubarekirina hilbibijartinê li Stenbolê, ziyaneke mezin gihandiye nirxên bingehîn û ezmûna demokrasiya Tirkiyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ehmed Davutoglu dibêje, biryara Komîsyona Hilbijartinê a dubarekirina hilbibijartinê li Stenbolê, ziyaneke mezin gihandiye nirxên bingehîn û ezmûna demokrasiya Tirkiyê.

Davutoglu li ser twîtterê da xuyakirin, ji bo partiyên siyasî wendakirina hilbijartinê ne wendakirineke mezin e, ya girîng di wijdana civakê de wendakirina ehlaqî ye.

Da xuyakirin, hilbijartinên dadperwer û li gor yasayan, ne tenê mercên demokrasiyê ne, di heman demê de, mercên pêkvejiyana welatiyan e.

Davutoglu got, nirxeke sereke ya kevneşopiya siyasî ya Tirkiyê jî ev e, gotina dawî, milet di sindoqê de dibêje, lê tiştên piştî hilbijartina 31'ê Adarê rû dane û biryara betalkirina hilbijartina Stenbolê, ev nirx binpê kirine.

Komîsyona Bilinda Hilbijartina Tirkiyê, hilbijartina Şaredariya Mezin a Stenbolê hilweşand û biryara dubarekirina hilbijartinê da. Biryar e hilbijartin di 23'ê Hezîrana bê de bê dubarekirin.

 

S. B