Li Rojavayê Kurdistanê 8 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên Koronayê ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) 8 kesan canê xwe ji dest dane, 396 pêketî jê hatine tomarkirin.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 8 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.
Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 396 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 6 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 26677 kesan, ji wan 2114 kes baş bûne û 899 kesan jî canê xwe ji dest dane.