Rêveberiya Xweser: Peyama Ocalan wateyên binirx hildigire
Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyê di daxuyaniyekê de radigihîne, peyama birêz Ocalan wateyên binirx di nava xwe de hildigire.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyê di daxuyaniyekê de radigihîne, peyama birêz Ocalan wateyên binirx di nava xwe de hildigire.
Rêveveriya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyekê derbarê peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de belav kir û tekez kir, “Em wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li nameya birêz Abdullah Ocalan a ku hewl dide çareseriyan bi rêbazeke diyaloga siyasî û demokratîk peyda bike, dinêrin ku wateyên binirx di nava xwe de dihewîne.”
Amaje bi wê yekê jî kir, “Birêz Abdullah Ocalan nêzî 20 salan li Sûriyê ma, nêrînên wî yên kûr ku xwe dispêre zanebûneke dîrokî ya kûr, der barê pêşketin û bûyerên li Sûriyê û Rojhilata Navîn de heye.”
Tekez kir jî, “Berê û heta niha jî em rêyên pêkanîna çareserî û aramiyê li Sûriyê bi pêwîstiya parastina yekbûna erdnîgariyî û civakbûnê dişopînin.”
Rêveberiya Xweser di derbarê Tirkiyê de jî got: “Tevî ku me tu gef li ser wê çê nekirin, Efrîn dagir kir û destek da çete û kiryarên guhartina demografîk. Her wiha gelê Efrînê ku beşek ji axa Sûriyê ye, hate koçberkirin. Siyaseta wê ji destpêkê û heta niha der barê doza Sûriyê de, tu çareserî pêşkêş nekirin, lê gef û êrîşên xwe heta niha dewam dike.”
Parêzerên Rêberê PKK Abdullah Ocalan roja 6ê Gulanê di konferanseke rojnamevanî de gotibûn, wan roja 2ê Gulanê hevdîtin bi Ocalan re kiribûn û peyama Ocalan xwendibûn.
Girêdayî Sûriye hate destnîşankirin: “Em bibawer in di çarçoveya Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) de, bi nêzîkahiya ku ji neyartiyê dûrketinê ya aloziyên Sûriye; di çarçoveya Sûriye ya yekgirtî de, di perspektîf a demokrasiya herêmî de, ku bi Destûrê hatî pejirandin, pêngav bên avêtin. Di vê çarçoveyê de hestyariyên Tirkiye dive li berçav bên girtin”
S. B