Pompêw bo desthilatdarên Îraqê: Mîlîşyayên ser bi Îranê kontirol bikin
Mayik Pompêw, wezîrê derveyê Emerîkayê, şeva bûrî, 7/6/2019 bi serdaneka nişkav gehişte Îraqê û li gel berpirsên bilindên wî welatî civîya û çend peyamên taybet bi Îran û deverê gihand wan.
K24- Hewlêr
Mayik Pompêw, wezîrê derveyê Emerîkayê, şeva bûrî, 7/6/2019 bi serdaneka nişkav gehişte Îraqê û li gel berpirsên bilindên wî welatî civîya û çend peyamên taybet bi Îran û deverê gihand wan.
Li gor zanyarîyên mêdyayên Îraqê, Pompêw agahdarîya Îraqê kirîye ji zêdebûna çalakîyên Îranê û nîgeranîyên xwe jî yên taybet li ser rewşa deverê gihande Adil Ebdulmehdî, serok wezîrê Îraqê.
Serdana Pompêw , Dû rojan piştî axivtinên Con Boltin, rawêjkarê asayîşa neteweyî ya Emerîkayê, dihê, ku paş şandina gemîya firokehilgira Biraham Lînkolin, bo avên Rojhilata Navîn ragehandibû: Sedema şandina evê hêzê, metirsîyên rasteqîne ne ku bi egera hebûn a hêzên rijêma Îranê dûrist bûne.
Yek ji wan peyamên ku Pompêw gihandîye Îraqê; ewe ku divê Bexda bikare hêzên Emerîkayî di welat de biparêze.
Pompêw bi rojanmevanan ragehandîye, armanc ji kombûnê, agahdarkirina berpirsên Îraqî bû, ji wan metirsîyên ku mezinde dikin daku bikarin bi awayek baş hêzên Emerîkayî biparêzin.
Hevdem kir li ser piştîvanîya welatê wî bo serwerîya axa îraqê û ragehand, bi ti awayek wan nevêtin destên xwe bixin di karûbarê hindûrîyên Îraqê, nemaze jî ku ji nav axa wî welatî hêriş bikin ser welatên din. Li ser şandina gemîya Emerîkakyî jî bo deverê, Pompêw ragehand: Emerîkayê divêt li beranber hêrişên Îranê parêzgarîyê li berjewendîyên xwe bike, lew pêdivîye hêzên temam hebe daku bikare ewê parêzgarîyê desteber bike.
Pompêw got jî: Ew peyama me ji Îranê re şandîye, me dixe di helwêsteka weha de ku bikarîn berperça wan bidîn. Pêdivîye Îran jî berî hêrişê bike ser berjewendîyên Emerîakyê dû caran hizir bike.
Xuya jî kir, zanyarîyên hewalgirîyên Emerîkayê bi awayek hûr û dîyarkirî behsa encamdana hêrişê dike.
Amaje bi wê yekê jî da ku Emerîka Îraqê pal dide daku lezê bike li kontirolkirina girûpên çekdarên serbixwe; ewên kevtîne jêr hejmûna Îranê bo kontirolkirina hikumeta Bexdayê û got: Ew girûp weha dikin Îraq ne akincî be.