Stenbolî ji ber biryara dubareya hilbijartinê dilgiranin
Her diçe reaksiyonên derbarê biryara betalkirina hilbijartinên Stenbolê ya Lijeneya Hilbijartinê ya Bilid zêde dibin. Digel hilbijêrên CHP û HDP yî ên AK partiyê jî ji vê biryarê ne razîne û bi endîşene.
K24- Stenbol
Her diçe reaksiyonên derbarê biryara betalkirina hilbijartinên Stenbolê ya Lijeneya Hilbijartinê ya Bilid zêde dibin. Digel hilbijêrên CHP û HDP yî ên AK partiyê jî ji vê biryarê ne razîne û bi endîşene.
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind li ser daxwaza serîlêdana AK Partî û MHPê hilbijartinên Stenbolê yên şaredariya mezin betal kir û biryar ragirt ku hilbijartin dûbare bên lidarxistin. Vê biryara di nava civaka Stenbolê de rê li ber reaksiyonan vekir. Ji AK Partiyê heta CHP û HDPê, hilibijêrên van parityan biryara lijneya hilbijartinê wek biryareke adilane nabînin û didin zanîn, êdî baweriya wan bi Lijneya Hilbijartinê ya Bilind nemaye.
Welatîyek dibêje:"Biryareke heta tû bê bes eletewş e. Ji 4 pusulayên dengan yek bi tenê şaş hatiye dîtin acêb e. Em ê vê carê jî biçin dengê xwe bidin û li sindoqan xwedî derkevin."
Welatîyek Simîtfroş, dibêje:"Biryar têra xwe karêsat e. Madem wisa divê li hemû navçeyên Stenbolê jî hilbijartin bê kirin. Ma li ser wan sindoqan jî peywirdarên bankayan nîn bûn hebûn... Pergal ji binîve şaş e."
Gelek dengdêrên AK Partiyê jî ji ber biryara lijneyê şaş û metal mane û dibêjin êdî ew bixwe jî ji edaletê bawer nakin.
Welatîyek din, dibêje: "Em ê mecbûr biçin ser sindoqan lê xwedê alîkarê me hemûyan be. Em nizanin wê çi bibe. Eşkereye ku biryar ne adilane ye."
Denderên CHPê jî reaksiyonên tund nîşan didin û dibêjin; Bi vê biryara ne adilane dinyayê jî dît bê neheqiyeke çawa li welatiyên Tirkiyê tê kirin.
Welatîyek din jî, got: "Lijneyê xetaya xwe ya herî mezin kir. Xwe bêhitir reş kirin. Baweriya civakê bi wan nema. Ez gelek xemgîn bûm, êdî baweriya min bi Lijneya Hilbijartinê ya Bilind nema. Lê dîsa ez ê biçim û dengê xwe bikarbînim."
Li gorî pisporan jî vê biryara Lineya Hilbijartinê ya Bilind, kiriye ku rewabûna desthilatê ji destê wê biçe. Ev biryar digel têkbirina demokrasiya Tirkiyê, di heman demê de ji bo berdewamiya desthilata AK Partiyê û Serokkomariya Erdogan jî rê li ber rîskên mezin vekiriye. Bi boçûna pisporan opozîsyona Tirkiyê ji hawaya hilbijartinê hê jî derneketibû, loma ev biryar wê bike ku dengdêrên opozisyonê zêdetir konsolîde bibin û bi hejmareke zêdetir ya li gorî hilbijartinên 31ê Adarê biçin ser sindoqan û dengê xwe bikarbînin.