Bexda hewl dide zevîyên Kurdan dagîr bike
Li gundê Qerebeg li sinûrê bajarokê Pirdê, ser bi parêzgeha Kerkûkê zêdetir ji sed donim ji zevîyên çandinê ku xwedîyên wan Kurd in û pişkek ji wan zavîne bûyîne xanî.
K24- Pirdê
Li gundê Qerebeg li sinûrê bajarokê Pirdê, ser bi parêzgeha Kerkûkê zêdetir ji sed donim ji zevîyên çandinê ku xwedîyên wan Kurd in û pişkek ji wan zavîne bûyîne xanî. Rêvebrîya wî bajarokî, rûpîvana wan zevîyan kirîye û bi xwedîyên wan zevîyan re gotine, Ev zevîyên hanê dê bihê pişikkirin bi ser qurbanîyên şerê Daişê û zîndanîyên sîyasî û Îraqê jî nivîsar bo wê yekê kirîye. Lê xwedîyê zevîyan tapo anûîne û dibêjin: Em rê nadîn kes zevîyên me dagîr bike. Me sîngê xwe daye ber gulleyên Beisê û Daişê û divê rê ji van jî bigrîn. Çunku eger weha biçe dê bihên Hewlêr û Duhkê.
Xwedîyên zevîyên çandinê li bajarokê Pirdê, rûpîvana zevîyên wan 100 donime û hikumeta Îraqê jî divêtin ji wan bistîne û bi ser hêzên Îraqî re pişik bike.
Mam Ezîz, bi tapoya zevîya xwe hatibû û digot: Bi hemû awayekê li dijî evê bi erebkirinê radiwestîn.
Rêbwar teha, endamê Civata Nwênerên Îraqê dibêje: Ev corên hewlan û sîyasetan encama wê şikestine.
Zevên hinekan bûyêne xanî, hinek jî zevîyên hêj çol û beyare û ti pirojeyên xizmetguzarîyê bo nehatîne kirin. Ew dever jî dikeve di navbera hêzên Îraqî û Pêşmerge.
Rûniştvanên Kurd li wî deverî çavên wan li wê yekêye bi rêya Perlemana Îraqê ve, hewlên hikumetê bihên ragirtin.
Arîşeya zevîyan li piştî 16yê Oktoberê li deverên Kurdistanê serhildaye û hinek ji arîşe ewin ku malbatên Ereb yên serdema Sedam û Beisê vedigerin ser zevîyên Kurdan û ev mijar hêj nehatîye çareserkirin.