Derbarê hilbijartinên Stenbolê de, Tirkiye bersiva Amerîka dide

Hikûmeta Tirkiyê di derbarê hilbijartinê Stenbolê de bersiva Amerîkayê dide û radigihîne: Divê herkes rêz li biryara Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind bigire.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê di derbarê hilbijartinê Stenbolê de bersiva Amerîkayê dide û radigihîne: Divê herkes rêz li biryara Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind bigire.

Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind ya Tirkîyê di 6ê Gulanê de biryar da ku hilbijartinên şaredarîya bajarê mezin a Stenbolê bên betalkirin û di 23'yê Hezîrana 2019an de hilbijartin careke din bê kirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus li ser dubarekirina hilbijartina Stenbolê nerazîbûn nîşan dabû û gotibû qebûlkirina encamên hilbijartineke rewa, azad û dadperwerane bingeha demokrasiyê ye.

Berdevkê Wezareta Derve yê Tirkiyê Hamî Aksoy ragihand, pirsgirêkên wekî hilbijartina Stenbolê li Amerîka û gelek welatên din rû dane û di çarçoveya demokrasiyê de hatine çareserkirin. Divê herkes rêzê ji biryara Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind re bigire.

 

S. B