Artêşa Tirkiyê gundekî Efrînê topbaran dike
Artêşa Tirkiyê îro gundê Soxanekê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê dide ber topan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê îro gundê Soxanekê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê dide ber topan.
Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, îro danê nîvro bêtir ji 20 artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve li nava gundê Soxanekê ketin.
Li gor wî jêderî, heta niha encamên topbarana Tirkiyê li ser gundê Soxanekê nayê zanîn, ji ber ku topbaran hîna berdewam e.
Hejmarek gundên navçeya Şêrewa wek (Soxanek, Bênê, Ziyaret, Aqîbê, Bircikê Silêmên) yên nêzîkî her du gundên Şîe Nubil û Zehra neketibûn destê artêşa Tirkiyê û di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de mane.
Berî çend rojan jî artêşa Tirkiyê ji Efrîn û Ezazê ve êrîşî gundên navçeya Şêrewa û devera Şehbayê kiribû.
Li ser wê êrîşê, Artêşa Tirkiyê gotibû ku YPGê êrîşî xalên artêşa Tirkiyê li Ezazê kiribû û di encamê de 2 fermandarên artêşa Tirkiyê hatibûn kuştin û piştre artêşa Tirkiyê gundê Meranaz, Malkiye û Şiwarxe topbaran kiribû.
S. B