Mesrûr Barzanî û şandeke bilind a Amerîka civiyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk David Satterfield û şanda pê re kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr  Barzanî pêşwazî li Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk David Satterfield û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de, Cîgirê Balyozê Amerîka li Iraq Joey Hood û Konsolê Amerîka li Hewlêr Steven Fagin û Berpirsê Operasyonên Serbaziyên Dijî DAIŞê General Paul LaCamera û hejmarek şêwirmend û berpirs amade bûn, pêşhatên siyasî û aborî yên navçê û pêwendî û hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê, Iraqê û Amerîka hatin guftûgokirin.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr  Barzanî, ji bilî ronîxistina ser rola bi bandor a Herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorê de, aramiya Iraq û ragirtina pêwendiyên hevseng li navçê, hevdem amaje bi sedema pirsgirêk û nearamiya navçê bi giştî da û tekezî li girîngiya diyalog û guftûgoyên cidî ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn kir.

Her di wê hevdîtinê de, pêwendiyên Bexda û Hewlêrê hatin guftûgokirin û ronîkirin, ku guftûgo ji bo koma pirsgirêkan di navbera her du aliyan de bi arasteya dîtina çareseriyên dirust berdewam in û ber bi pêş ve diçin.

Ji aliyê xwe ve, berpirsê Nivîsgeha Karûbarên Rojhilata Navîn di Wezareta Derve de tekez li wê yekê kir, hevtêgihîştin û nêzîkbûna Bexda û Hewlêrê ji bo çareserkirina kêşe û pirsgirêkan hevkar dibe ji bo dîtina aramî û aştiyê li Iraq û navçê û ragihand, welatê xwe di hevkariya Iraq û Herêma Kurdistanê de berdewam dibe.  

 

S. B